Şivanê Kurmanca

12,99 

& Kargoya belaş

Nivîskar: Erebê Şemo
Pirtûk: Şivanê Kurmanca
Cure: Roman

حالة التوفر: متوفر في المخزون

Şivanê Kurmanca – Erebê Şemo

Romana kurdî ya Yekemîn a Erebê Şemo “Şivanê Kurmanca” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve piştî 74 salan bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan, ligel orjînala xwe hate çapkirin. Pirtûka ku bi alfabeya Latînî ya ku di 1929an de ji hêla Îsahak Margolovî hatibû çêkirin, di sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Pirtûk wê di 9emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê de bigihije ber destê xwendevanan. Berhema Erebê Şemo, piştî 74 salan ku Weşanxaneya Lîsê çap dike ji aliyê nivîskar, wergêr û zimanzanê kurd Mustafa Aydogan ve hatiye amadekirin. Pirtûk dawiya gulanê digihije ber destê xwendevanan.
Di pêşgotina Mustafa Aydogan de gelek hêlên pirtûkê û yên Erebê Şemo derdikeve ber çavan. Aydogan di pêşgotina xwe ya dûvedirêj de, qala serpêhatiya berhemê dike.
“Romana kurdî ya yekem di sala 1935an de bi alfabeya Îsahak Marogûlov ve hatiye çapkirin. Piştre ji hêla Î. Orstrogoskaya ve wergerê zimanê rûsî hatiye kirin û Bazîl Nîkîtîn jî ji rûsû ev pirtûk wergerandiye Frensî. Nuredîn Zaza jî ev pirtûk ji Frensî wergerandiye kurmancî. Yanî Şivanê Kurd weke wergera wergera wergerê hatiye çapkirin û li nava kurdan belav bûye. Zaza dema pirtûk wergerê kurmancî dike nav weke Şivanê Kurd diguherîne. Bi vê çapa Weşanxaneya Lîsê re pirtûk bi zimanê xwe yê ewil jî tê veçapkirin û navê wê yê orjînal Şivanê Kurmanca derdikeve pêşberî xwendevanan.”
“Şivanê Kurmanca” weke pirtûka weşanxaneya Lîsê ya 75emîn û weke 21emîn pirtûka a rêza “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” tê çapkirin.
Maksîm Gorkî ji bo nivîskarê kurd Erebê Şemo wiha dibêje: “Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şamîlovî qise dike…”

سلة المشتريات
Scroll to Top