Em kî ne?

Shana kî ye?

Pirtûkxaneya Shana yekemîn pirtûkxaneya Kurdî-Erebî ye ku li Ewrûpayê bi awawekî fermî kar dike.
Ji bo meseleya kêmbûn û zehmetkişandina peydekirina pirtûkên bikurdî li derveyê welêt, me dît ku avakirina pirtûkxaneyeke kurdî pêwîstiyeke civakî û çandî ye.

Em ji bilî ku bidestxstina pirtûkan li cem xwînerên kurdî hêsan dikin, em hewl didin ku bi rêya pêşangeyên pirtûkan û hemî çalakîyên wêjeyî jimara xwîneran, nexasim yên nûhatî mezintir bikin.

Zarok pêşeroj û parestina zimanê kurdî de ne, lewma Şana taybetmedyeke giranbuha didê vê yekê. Li cem Şanayê pirtûkên curbicur ji bo zarokan peyda dibin û her wiha Şana kursên fêrbûna kurdî jî pêşkêşî wan dike.

Em bi rêya pirtûkxaneya xwe hewil didin ku em nivîskar û xwînerên wî nêzî hev bikin, ji ber vê yekê em dibînin ku em wek pirrekê di navbera nivîskar û xwîneran de kar dikin.

Em pirtûkan dişînin hemî welatên cîhanê.
Navenda xizmetê ya pirtûkxaneya Shana 24 saatan di 7 rojên heftiyê de ji bo we amade ye, hûn dikarin alîkariyê bi çar zimanan bixwazin Kurdî, erebî, Inglîzî û herwiha Elmanî jî.

 

jimar dipeyivin

ŞopînerêInstagramê
16000 +
Şopînerê Facebookê
8000 +
Çalakî di salê de
+
Tûrik
Scroll to Top