Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr

15,99 

+ Free Shipping

Nivîskar: Şêx Ehmedê Feqîr
Pirtûk: Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr
Cure: Helbest

Availability: In stock

Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr

Şêx Ehmedê Feqîr, yek ji wan şa‘irên Kurd ên serdema mîrektiyan e ku xwedî dîwaneke mezin û giranbiha ye. Heta niha ne navê wî, ne jî dîwana wî ya ku nusxeya yekane bû, ji aliyê lêkolîneran ve nehatiye nasîn. Ev destxet, bêyî ku li bobelat û musîbeteke ku hatiye serê gelek berhemên Kurdî rûbirû were, ji aliyê malbata helbestvan ve heta dema me parastî maye. Hin ji taybetmendiyên girîng ên vê dîwanê ev in:

Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî dîwana Melayê Cizîrî û Pertew Begê Hekarî, sêyemîn dîwana Kurdiya Kurmancî ya muretteb e. Her wiha ev dîwan, di nava dîwanên Kurdî tevan de yekem berhem e ku bi destê muellifê xwe hatiye nivîsîn. Yanî dîwan ne kopî ye, nusxeya muellif bi xwe ye. Dîsa ev dîwan di edebiyata Kurdî de yekem dîwana ne’tan e ku mînakên van di edebiyatên klasîk ên cîranan de zêde ne.

Şêx Ehmedê Feqîr, kurê Şêx Şerefeddînê kurê Şêx Nasiriddînê kurê Şêx Ebdullahê Şawirî ye. Malbatek zana û mutesewif e. Jiyana malbata helbestvanê me li gundê Şawira û Gundşêxê derbas bûye ku ev gundana îro girêdayî bi Dihê/Erûha Sêrtê ne. Derbarê jiyan û serpêhatiya wî de zanînên berfireh di destê me de nînin. Dîwana Şêx Ehmedê Feqîrê Gundşêxî bi Kurdî û Erebî û Farisî ye û di sala 1237/1822 de hatiye nivîsîn.

.Hebûna vê dîwanê ji bo edebiyata Kurdî gencîneyeke bêhempa ye.

klasîkên kurdî

You may also like…

Shopping Cart
Scroll to Top