Kurtelêkolînên wêjeyî

10,79 

+ Free Shipping

Pirtûk: Kurtelêkolînên wêjeyî
Nivîskar: Dr. Ebdilmecît Şêxo
Cure: Lêkolîn û Folklor

Out of stock

Kurtelêkolînên wêjeyî – Dr. Ebdilmecît Şêxo

Di vê berhemê de, ku bi qebareyekî (h’ecmekî) piçûk e, lê pir xweşik û serkeftî çêbû ye, van berhemên kubar heye:
-Rola Ehmedê Xanî di wêje ya Kurdî de
-Rola Feqiyê Teyran di wêje ya Kurdî de
-Rola Meleyê Cezîrî di wêje ya Kurdî de
Di bin her parekî de ji van hersê birrên pirtûkê, gelek babet û lêkolînek bi şirovekirin hene, ku berhemê maldar dikin. Pêwîste jî em bidin nasîn, ku pêşgotina berhemê ji aliyê nivîsevan ve hatiye lêkirin, û di rûpelên dawî yê pirtûkê de, nivîsevan nêrîna xwe ya bi giştî aniye zimên, jêderên bi kêrhatine dane xuyakirin û navêd 21 berhemên xwe yên ku berî vê pirtûkê nivîsîne dane qelemkirinê. Ji wan mirov dinase, ku Dr. Evdilmecîd Şêxo yeke ji rewşenbîrên navdar ên gelê me û gelê me yê Kurdaxî bi wî serbilind e. Em her omêdwarin ji wî, ku hîn gelek berhemên dî yên hêja bo şagird û xwendevanên çand û zimanê Kurdî binivîse, lê ya giring ewe, ku xort û keçên me berhemên Kurdî bixwînin û ji ber vê yekê ez ê vê axazê ji wan bikim: Her mengekê bi kêmtirîn pirtûkeke bi zimanê day û bavêd xwe bixwînin, netewe ya zimanê xwe winda bikin, mafê wê di azadiyê û serxwebûnê de tune ye.

Shopping Cart
Scroll to Top