li siya keziyan haya maçan ji min nîne

7,99 

+ Free Shipping

Nivîskar: Azad Ekkaş
Pirtûk: li siya keziyan haya maçan ji min nîne
Cure: Helbest

Availability: In stock

li siya keziyan haya maçan ji min nîne – Azad Ekkaş

Her çend dipistiya,
di zarokatiyeke revînok de min serî lê da
min tilî li lêva jorîn da
ji nava  temaberiyê nêrgizeke sîs serî
hilda,
Qonaxên heyvê ew derewîn derdixsit,
di civatên peqlîşkên Ava Reş û
serteşîkên Nebî Hûrî de
li dij radibûn:
Ew hêstireke heyveroneke zakçavî ye,
di her nîveheyveke re ji te re tîne
xwarinê
An jî sitara stêrkekî xuricî ye
li baniya darberûyeke Çiyayê Kurmanç,
ji kêfan, lingên xwe hêl dike
guh dide pistîna daxwazên te yên
dengnizm.
Ew xuricî
dema ji stêrkekê wêdetir xwe xwar kir.

Shopping Cart
Scroll to Top